keristey jin

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  663 Dîtin
xway gewre carêk serdemî behar
le kargey jyan destî kird be kar
le kotir qine û xet û xał le kew
sirte le şine û hêmnî le şew
le bałdarî çûk nermî peřî mil
gimîn le kotir awaz le bulbul
haře le tavge û nałe le bilwêr
tirsî kerwêşk û azayetî şêr
awing le beyan awřî askî sił
girjî le xunçe û pêkenîn le guł
le karmamz baz le baz tîjî çing
fîz le tawis û cwanî le pirşing
barîn le hewr û le ba wazwazî
le řêwî û meymûn fêłbazî û bazî
mendî le zewî û řewanî le aw
řeşî le şewe û řûnakî le taw
tałî le kekire û tam û boy hengiwîn
le befir serdî û le cehennem tîn
řeqî le ełmas turtî le penîr
le lafaw lêłî û bê gerdî le şîr
hênay û şêlay lêkî dan tewaw
kirdî be jinêk bo awdengîy pyaw