kune kotir

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  729 Dîtin
yek hełî quřand mastaw le xurênî
tinoke mastêk peřye řidênî
hate dîwexan gutî emřo zû
ber qilyanekem bêçwe kotir bû
gutyan řast ekey dem kune kotir
neman dî lexot kes bê dirotir
dyare le demta kotir nîştewe
cîqney yekêkyan wa be řîştewe