şorba û pişkeł

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  519 Dîtin
derwêş lay mela witî pîs qewma
şorba û pişkełim dexward le xewma
dabom biřwane û bom lêk derewe
ew xewnî naxoş çî be berewe?
gutî: bîst qoşem deye pêt dełêm
witî řêm berde le berit hełêm
çon bûyte mela bew mêşkî wişkeł
min dirawim ba çim bû le pişkeł
pişkeł xor nebûm qoşe wa zorba
mişte maşêkim dekirde şorba