giryan nek nan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  514 Dîtin
segê le çołê xerîk bû demird
xêwî be řořo şîwenî dekird
řêbwarê pirsî: giryan û bo seg?
gutî mełê seg, biray be emeg
biřbiřey pişt û yarî gyanîm bû
mayey diłxoşî û kamranîm bû
pasdarî řez û parêzgarî řez
xoş bez û belez dem germ û begez
gurg le řûy ew wek kewî kułîw
bo wirç eçû wek gurpe bo pîw
êsta debînim le birsa demrê
dił bebê giryan çon oqre degrê?
pirsî: çît pêye kołit girane?
witî: têşûme û henbane nane
gutî: nawit na biray hawpiştit
nan be kołtewe û le birsan kuştit?
gutî: dostîman herçend be hêze
germe û bekêşe û bepişt û pêze
bełam ta ewcê newîne hawał
le toşey xoşim beşdar bê gemał
bo giryan û şîn gelê amadem
bête barî nan tîkeyek nadem