kořî zanyarî kurd

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  756 Dîtin
damudezgayekî taze bo kořî zanyarî kira, made tarîxim bo nûsîwe û le kowarî kořda çapkirawe:
em koře ji kurdařa cewher be xełat dênê
tîrêjî huner lewřa tarîkî detarênê
wêje û kelepûrî kon, ferheng û zimanwanî
zanyarî be hozanî xoy le girewe denwênê
kirmanc û luř û soran, zaza û mukurî û goran
wel yektirî daxêwin, kes nîne ku damênê
ew řûgeye pîroze awatî gelî kurde
pêk hatuwe bo mêjûy «xoştir le hemû şwênê»