qonaẍekanî jyan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  778 Dîtin
kak bedî’î babecanî gewretir řesamî emřoy kurd, řûy lê nam ke basî jyanî binyademî her le demî sawayîyewe heta dwayî be şî’ir bo bihonmewe, ewîş be wêney kurdane bînexşênê û çapî bika. min bom nûsî, bedaxewe mewda nema pirojekeman pêk bênîn:
ademî berhemî kemê quř û aw
dayke way kirde cê gera bo pyaw
dewrî sawayetîy şil û xawî
xemřewênî diłî û leber çawî
ta de sałî bizoz û çalakî
bê gizî û řast û dest û dił pakî
le de ta bîst beharî jîn dadê
bawî yargirtin û ewîn dadê
bîst û sî erkî mał û mindałe
xoş û şîrîn û carubar tałe
heřemey hêz û berheme ta çil
pêt geyandûn nemamî şeng û şil
çil û penca newet be baweşewe
tałî çermug likan bemûy řeşewe
puxt û parawî jîn le pencaye
dête řû řenc û sûd û sermaye
le piley şêst betecrebe û jîrî
pileyek dabezî berew pîrî
çûye ḧefta be koxe kox, tûře
dest û ejno delerzê, pişt kûře
swarî heştay, henaseşt sware
lar deřoy laqî sêhemit lare
le newed merge pêy dełên jîne
befrî ber sûretawî hawîne
paşî sed wek minałî yek sałî
şîrexorey bełam be xwêntałî
baweşî germî goř kirawetewe
herçî xak dawye boy geřawetewe