demeteqey pîrot û bapîr

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  594 Dîtin
celal tałebanîKes û caşekanî gutbûyan êmeş kurdîn! le baweşî dagîrkeranî kurdistanda cejnî newroz ekeyn! bew hoyewe nûsraw le êzgey şořşewe bedengî hejar û diłşad mesref xwênrayewe:
p: mam bapîr řojbaş bi: ey ser çawanim
p: xasî? bê xemî? bi: derdit le gyanim
p: wa hatûme lat, heme pirsyarê
bi: fermû mam pîrot, sedcar ne carê
p: xełk lew xware hatûn êjin
caşgelîş newroz eykeyn be cêjin
eme yanî çî? serim suřmawe
bi: pîrot gyan, ta key xeyałit xawe!
cejin girtinî ême cyaye
caş semakerî leweř û gyaye
tê egey çim wit? p: ne bexwa, kake
bomî biłêwe û bom yekała ke
bi: mam pîrot zor zû sałêk lesałan
hêndêk pet weser hatin bo tałan
zehak nawêkyan serdestey xêł bû
diłřeş û pîs û xwar û be fêł bû
eyan wit şîmal wekurdewarî
caş kurdyan egirt bo bar û swarî
kurdyan der’ekird le mał û mezra
řeşî çołperist lê da’emezra
eyangut nabê kurdêk bimênê
kurdistanyan kird be gomî xwênê
jin dagîr kirdin minał sûtandin
tebek řifandin, ajeł fewtandin
herçyan ledest hat dirêẍyan nekird
be hezaran kurd le zîndana mird
p: bapîr kes nebû demyan bişkênê!
bo kurdî hejar tołe bistênê!
bi: bexwa bê sebrî, zor hełey pîrot
bo řanawêstî, tewawî kem bot
p: wa řawêstawim, de bapîr fermû
bi: xwa bo kurdî nard yekî řîş çermû
nawî kawe bû, westa xałe bû
pałe bû, temen ḧefta sałe bû
kutkê giranî naye ser şanî
bû be şořişgêř le kurdistanî
kuřgel daye dû, des le ban xencer
dujminyan şikand lem ser ta ew ser
kurdistan bibuwe goř bo dujminî
kawe be kutkê zehakî cinî
p: ay desxoş kawe qurbanî kuřim
xwêşim le kwê bûm, wirgî bidiřim!
bi: pîrot gwê bigre p: diłim le late
bi: katê damrya, em karesate
seretay mangî xakelêwe bû
mujdey azadîy kurdî pêwe bû
îtir lewsawe le kurdewarî
cejne bo yadî řojî řizgarî
p: her bijî bapîr, zorzanî bexwa
deysa pêm bêje caşk çi dexwa?
newroz wa cêjnî şořişgêřîye
çi dexłî weser caşkî xwêřîye?
bi: ha, witman fesił fesłî behar bû
nizîk nîsan û dwayîy azar bû
fesłî beharîş le hemû cêye
mujdey leweřî bo caşgel pêye
pirzey axuř û kay zerd namênê
zewî le giş la qersîl deřwênê
meselêk heye dełên: to bêje
p: behar beheştî nêre gwêrêje
bi: bełê bo caşgel cejnî leweře
kilk ba eden lenaw sêweře
têr ezeřênin wezman dagîrker
bo dujminî kurd ebne bareber
p: erê mam bapîr, caş bo wa kere?
bi: em pirse bo caş şêst û şeş bere
yan le mamosta ’ewnî pirsyarke
bêje bo cwabim tozêk gwê larke
ta biłê cenabit «miqyas nemawe»
caşetî kirdin le řêy dirawe
weten û namûs lay caş pareye
çîtir nazanê ew bêçareye
p: bexwa, řast êjî, caş besezmanin
destey xofroş řû le nemanin
xwa řûyan řeş ka wek řûyan řeşe
kurd ewaney hen boye bê beşe
bi: pîrot xem mexo, hîç bakit nebê
le hemû çemêk çeqeł her ebê
pêşmerge xoş bê, şořş be hêze
karî lê naka, zeřînî dêze
p: xoyşim mam bapîr xencerê ekiřim
tûşî caşk bim kilk û gwêy ebiřim