demeteqey pîrot û bapîr

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  596 Dîtin
ḧîzbî be’is le sûrya înqilabyan leser yektir kird û têk berbûn û bibuwe şeře seg, emem leser nûsîn, bełam biław nekirayewe:
p: bapîr to le kwêy? řadyonit bêne
ełê le şama kuştar û xwêne
bi: dey dey, mam pîrot pêy nawê pele
be’sî têk berbûn şeřî segele
yektirî ediřn le mişt û miřa
’efleqî bawkyan fiłqey lê biřa
p: ’efleq kameye! bi: ew feley pêrar
muşîr ’arfî kirde ser komar
p: bełê řast ekey ke wabê bapîr
çîdî le be’sî natirsê muşîr
bi: teřî tê nagey! çatir tirsawe
desniwêj řanagrê û pizûy pisawe
emaney êsta le şam serkewtûn
bo seg xinkandin le kił derkewtûn
muşîr fîtey xoy zor baş nasîwe
paşûy gîrodey tełey teqîwe
ezanê be’sî çen şiřu diřn
řawyan bo ewe û kewłî ekiřn
p: mam pîrot nemgut kurd wecaẍ zaden
kê destyan lêda necatî naden
ewaney qaçî kurdanyan egest
wek sege xwêřî, lêk hatûne dest
lew seg segêne caşk çî ełên
bi: gwê ebziwênin xerîkin hełên
muşîrî bawkyan ewe ḧałî bê
caş çon ewêrê xiřey nałî bê
neqîze zore û kaw û co keme
ta behar dadê jînyan ḧesteme
p: xo min kam zore le muşîr ber bin
ba bêne lay xom bes kuřî ker bin