çon bûme pêşmerge

namûs paraztine
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  711 Dîtin
em çîroke beser hatî pêşmergeyekî pîre ke boy gêřawmewe û minîş kirdûmete şî’ir. le îzge xwênrayewe û le řojnamey xebata çap kirawe:
le mêje nazanim keye
her eman bîst şořş heye
eyangut kurd řapeřîwe
piřzey ḧukmatî biřîwe
pênc şeş gencîşman dyar nebûn
emanzanî bo şořş çûn
bełam êmey pîr û besał
mabûyn le naw mał û minał
witman pîrîn û nefesteng
neman mawe taqetî ceng
kes karî be ême nîye
em berda û berdey bo çîye!
agire sûre le xom dûre
meseleyêkî menşûre
***
aẍaman yekî zig zile
xuda û dînî pare û cile
têr naxwa ełêy kenduwe
bo filsêk gyanî derçuwe
çendêk her ehat û eçû
carcar dû sê řoj win debû
řojêk teşrîfî hatewe
betfengêkî xełatewe
be dû řêz fîşekdanewe
be fîz hat be lamanewe
witî dwênê çûme hewlêr
seferêkî be xêr û bêr
pare û çekyan zor dawe pêm
minîş leştî wa egeřêm
wa ’esker dêne awayî
biratanin xom asayî
musułmanin, kuřî çakin
’areb des û dawên pakin
melay dêş hate berewe
mêzerî zil be serewe
fermûy metirsin xom zamin
’eskerî ’areb îslamin
ferqyan nîye degeł xoman
wek bira baş ebin boman
zanîman aẍaman caşe
be naçarî gutman başe
***
çil ’eskerê hate nawman
xwaye çî hate berçawman!
qet pîsî waman nedîwin
pêt wabû mişke topîwin
êsk qurs û řeza giran
etut legeł şeytan biran
her be’ be’yane wek kawiř
be çełteçełit û ziman şiř
be agirî çerxyan ewt: nař
aẍayan naw nabû: ḧumař
birsî û diz eçûne małan
tebekyan ebird be tałan
řawkey ber mirîşkyan ebird
her basî nakirê çyan ekird
ne nwêj ne dîn ne îman bû
melaş lêyan peşîman bû
eygut emane kafirin
kafir lemane çatirin
***
řojê aẍa çûbuwe hewlêrCih
be milî şikawî û çawî kwêr
erzaq û dînar bistênê
hêndey tirîş ’esker bênê
beyan bû, lelay mela bûyn
le bîrî çareyekda bûyn
çend kesêk aẍa bidwênin
emane laman nemênin
le piřêka le małî muxtar
bû be qîje û zîře û hawar
kebanûy muxtar xoyetî
begryan dad û řoyetî
bangiman eka eger pyawin
kwa namûstan bo westawin!
wa ’esker zorim lê eken
nemgenê namûsim eben
îtir tem hate ser çawan
deng nekirdin bibuwe tawan
leser namûs xwên hate kuł
demî kêrd geyşte ser dił
wêkira desman da xenceran
berbûyne gyanî ’eskeran
melaş be xoy û têłaye
eyut byankujin xezaye
kê cundyekî seket ekird
tifengekey bo xoy ebird
heta le çingiman xelistin
çarde kelakman lê xistin
ewey man, laqyan bibwe çwar
pêxwas qaçandyan berew şar
qîřeqîřî yabe lew nawe
her etgut beraze řawe
dwayî ’eskerman biřyewe
namûsî xoman kiřyewe
namaneçał herçyekman kuşt
emca kewtîne xoman gişt
le nwên û hêndêk wird û pird
her kes sûke barî barkird
minał û jinman daye ber
berew şořş bûyne koçer
berhemî şeř û heraman
xetay kewte ser aẍaman
gîra û le caşetî kewt
şeş ḧew mang le ḧepsa xewt
wêł kira ne co, ne kaye
êsta caşî berhełdaye
dujmin hate ser gundî çoł
řêkî kird degeł xak û xoł
birdyan herçî be karyan bê
ba bîxon jehrî maryan bê
małî dinya çiłkî deste
şeref û namûs mebeste
***
hatûm ta mawim bê westan
ebme pêşmergey kurdistan
qedrî şořş wa lay mine
şeřî namûs paraztine
mełên pîrbûy genc bûmewe
leserda tê hełçûmewe
sa şerte be şertî pyawan
nawim bixeme naw nawan
karêk beser dujmin bênim
çermyan le dar bihałênim
le mêje be ’esker fêrim
nabê yekyan lê bibwêrim
bezem be dujmina naye
naykem be agirî bin kaye
heta dujmin berbad nebê
ta kurdistan azad nebê
tifeng leşan nakemewe
awiř lexom nademewe