çon bûme pêşmerge?

tołesandine
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1186 Dîtin
beserhatî pêşmergeyeke û kirdûmete şî’ir, le îzgey şořş xwênrayewe û le řojnamey xebata biław kirayewe:
gundekeman zor awa bû
herçî bitewê têyda bû
zewî be pît û awî zor
tesel bûyn lenan û pêxor
xawenî řez û tûtin bûm
xawenî minał û jin bûm
hêndê patałî dom hebû
le her şit beşî xom hebû
le řoja xom û minałim
małî mamim, małî xałim
wêkřa ber ebûyne zewî
řêkman exist berz û newî
kêłan û kiło şikandin
bijar û hejgeł peřandin
dayîk mîwey lêwe dekird
bab tûtnî pêwe dekird
le karî řoj betał ebûyn
êwaran berew mał ebûyn
zîqey minałim la xoş bû
xemim bewan feramoş bû
ḧîlkey kîje çikołekem
xunçîle û nerim û nołekem
gałey kuře sê sałekem
wek beheştê bû małekem
azûqey sê mangim dana
birsî nebîn le zistana
***
řojêk ay lew řojî wa şum
wek caran berew mezra çûm
taze zerde dabûy le kêw
haře ehat wek hařey dêw
fiřokem berçaw kewtin dwan
gemaroyan da gundî cwan
bomba dabarîn sê û çwar
dê win bû be toz û ẍumar
řam kird berew mał bizanim
çî lê hat mał û xêzanim
çî bibînim? mał kwanê mał?
giřî agir, mişkî, zûxał
neşmîl, kurde, babe, daye
kiłoł xom kes dengî naye
cîran, le kwên? bo napirsin!
ewîş mał sûtawin wek min
xom hawîşte naw giřî sûr
giř çî! weku giřî tenûr
ke řwanîm, çîm bête ber çaw
kafir diłî ebû be aw
jinim řołey le baweşa
kołûn lenaw xołî řeşa
dayk le layek sûtawe
bawik be dûkeł xinkawe
neşmîlim le bêşkey sûtaw
nîwe mirdû, nûze tya maw
xom da beserya le tawan
şuştim be firmêskî çawan
sûtam, bełam pê nazanim
kîjołem xiste serşanim
hênam řam kird berew kanî
emca le piř hêndem zanî
debabe geyne lay řezî
zor ’eskeryan lê dabezî
’arebî çepeł û xwên tał
te’al te’alyane wek lał
kîjyan le şanim kirdewe
berew agiryan birdewe
heyhawar heydad hey bo xwa
lelay załim bezeyî kwa!
mela hat be qur’anewe
leřê berperçî danewe
zabtêkî řeşkełey leř
řûgirjî çawsûrî bedfeř
melay daye ber mist û cwên
řîşî sipî řenga be xwên
qur’an, ew qur’anî wa heq
le berçawim daye ber şeq
bestyanim, diłim řaçenî
řûřeş qaqa pê dekenî
xwaye her xot hełî negrî
êstaş ebyem neşmîl egrî
degeł zîřjinî cerg biř
neşmîlyan hawîşte ser giř
le tawan le hoşî xom çûm
ewan layan wabû mirdûm
***
êware çawim hełêna
wam lenawend laş û xwêna
her jin û pîre kujrawe
her minałe û ser biřawe
gund beser yeka tepîwe
agir her danemirkîwe
ne řez, ne tûtin, ne patał
ne cîran mawe û nehawał
zor gundan geřam ser û bin
zor kesim dî be derdî min
hawar qur’an xwa pêẍember
çîman kird êmey quř beser!
minałman kam gunahî kird
xwa bo êmet bew derde bird?
***
řîş sipîyek hat be lamewe
gelêk diłxoşî damewe
têy geyandim le karesat
leçî û boçî wam beser hat
hêndêk ’arebî ew xware
nezan û xwêřî û bêkare
zordarin, xuda nenasin
pîsin, bê derpên, pêxwasin
hatûne serman wek cerde
çawyan le xwardinî kurde
wîstyan bê seruberman ken
lem kurdistane de riman ken
dagîrî ken şar û dêman
xoyan danîşin le cêman
zewîyekem řeşêk bîkêłê
nanî şew bo min nehêłê
***
lew řojewe min û zor kes
beswênd desman xiste naw des
biřyarman dawe ta mawîn
behar bê û zistan û hawîn
le hewłdan danemênîn
ta tołey xoman destênîn
mał û gyan herçî heman bê
be qurbanî kurdistan bê
em hemû aza û be cerge
bo wiłat bûne pêşmerge
wêsta gelêk zorin wek min
bo tołe sendin le dujmin
şořşiman be hêz û guře
bo kurdixoran cerg biře
***
her bew zuwane xwa yarim bê
gelî kurd harîkarim bê
agiryan le gyan berdedem
xoł û quřyan weser dedem
tołey kurdew tołey neşmîl
ebê hełyan wasim be pîl
tołey jin û dayk û babim
şerte çyan kird minîş wabim
tułey řez, tołey małekem
tołey deẍił û patałekem
le bîrme û dił piř agirim
neysênim oqre nagirim
her kes neybê bîrî tołe
le babî xoy nebuwe û zołe