bo pêşewe barzanî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1940 Dîtin
sirûdêke bo şořşim nûsîwe, bełam daxekem le demî xom û qełemekem dûrtir neřoyşit:
eger dinya mij û tem û tarîke
eger řêga kend û kiło û barîke
eger şewe û girmey hewr û barane
eger befre û şiłêweye û tofane
eger gêje û kiřêweye û borane
eger le hercêda çete û gorane
to şareza û řê nîşanderî lawanî
bo pêşewe pêşman kewe barzanî
eger hewar nişêwe yan hewraze
eger lehî û lafawî bê pê baze
eger çeq û lûr û miřey de’baye
hemû der û dołêk piřî ḧezyaye
eger le her bin berdê ne’rey dêwe
her piniçkêk piřî le cind û xêwe
bakman nîye hêz û guřî diłmanî
bo pêşewe pêşman kewe barzanî
eger dujmin piřa û piřî dinya bê
şepoł bidatewe, wekû derya bê
çekî desî le ême zor zortir bê
le giş diřinde, weḧiş û pyaw xortir bê
xoyan le naw zirêpoşan weşarin
bomba lebin fiřokeyan dabarin
le kurdistan toman hebî besmanî
bo pêşewe pêşman kewe barzanî
ba kox û ladê û şarekan xapûrken
ba gulle top laşan le xwêna sûrken
xwênman leřîy em nîştimane biřjê
mêşkî jin û kuř û kîjanman bipjê
lank û minał be agirê bisûjin
ba wêran ken, bibiřn, biben, bikujin
le dwateweyn bab û bira û kesmanî
bo pêşewe pêşman kewe barzanî
kurdîn kuřî çya neberd û şêrîn
be kuştinî dagîrkeranman fêrîn
le dujminan tołe û heqman destênîn
sedqat seran debřîn, zigan dedřênîn
ew řojî kurd dekira be dîl ew řoyî
yan mirdin û yan jîn be serbexoyî
dujmin kujî kurdiperwerî řêzanî
bo pêşewe pêşman kewe barzanî