sirûd bo qutabyan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  926 Dîtin
sałî 1961 şořşî pîrozî kurdistan destî pê kird, bepêy twana minîş be pexşan û şî’ir beşêkim tê xistuwe. herçende hêndêk lew şî’ranem neşxiwêndirawnewe! em sirûdem le seretay şořişda bo şagirdanî medrese nûsî:
min řołey kurdim, bo nîştimanim
serim da’enêm, ebexşim gyanim
le řêy şořşa xwênim eřjênim
ałay azadîy pê deřengênim
zor şerme bo min kurd azad nebê
gelim wek gelan diłî şad nebê
***
xwênî mamim bû le agirî řija
xuşkekem mêşkî le dersîm pija
bapîrim le çyay şîrîn nêjrawe
le kin mihabadCih bawkim kujrawe
biram le beẍdaCih be darda kira
zor małe xizmim ber bomba dira
***
gelêk pêwîste zanist û xwêndin
bo serbexoyî, bo tołesendin
gel xwêndewar bê qet jêr nakewê
le řast bêgane serî nanewê
çînî tazey kurd be xwêndewarî
berz ekatewe ałay řizgarî
ême çînî xwêndewarîn
pêşřewî řêgey řizgarîn
řemzî kar û newestanîn
fîdakarî kurdistanîn