demeteqey bayz û pîrot

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  695 Dîtin
xawenî řojnameyekî beẍdayî be nawî«alsurةErebî» be aşkira daway twanewey gelî kurdî kird le naw gelî ’ereba, em demeteqeyem leser ew kabraye nûsîwe, le jimare «5»y řojnamey kurdistana çap kirawe:
bi: mam pîrot çonî? p: bayz çe bêjim?
bexwa em beyne sersam û gêjim
bi: çîte? sermate, barane, hewre?
p: kuře na, le dax řojnamey sewre
êjê gelî kurd etawênmewe
nawî le defter ekujênmewe
ebê qwîtyan dem kurd û çyakanî
xomyan lê bikeme gemałî sanî
bi: çî, çî? a, pîrot bomî biłêwe
pêm nałêy kêye em segbab xêwe!
hey bawkî le goř neḧawêtewe
kurd momî nuştes bitawêtewe?
bo min dolarim bixrême baxeł
şêr çon eçête naw wirgî çeqeł?
eme key kurdigel bûne peqlawe
ker le kwê û kunde le kwê diřawe?
p: bayz ey çîye em qwîleqwîle
bi: pîrot wegyan to giştî bo pwîle
îngilîzman derkird weçepłe û fîte
le destî derçû em ḧemke pîte
her xewn ebînê bêtewe nawman
bibê weleke le banî çawman
lat be kirê egrê şeř binêtewe
xoy helêk des xa û bigeřêtewe
p: êsta netirsim? bi: tirsî çî pîrot?
gel qutdanî çî? her bebîrî xot
hêtlerî bawkî em řojnameye
kwa! kê ezanê gořî kameye?
hezar pałewî û sed gemał mirdin
bekes qwît neçwîn kurdit her kurdin
p: bełê řast êjî, xwa net batewe
ga, le cêye tir aw exwatewe
bawkim lêm megre seyre em dewre
tirsam wek xurma qwîtim da sewre