wesyetnamey hejar

benawî xuda
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1110 Dîtin

ḧedîsî pêẍember, siławî xuday lê bê: «lew dinya her kes degeł ewane ḧeşrî dekirê ke leser dinya xoşî wîstun»

xwaş agadare ke minî hejar le hemû temenî jyanmida hîç kesêkim be qeder mela mistefa barzanîKes xoş newîstiwe... ke beranber bew ḧedîse debê ḧeşirim degeł ew bê û herwek le dinya lêyewe nizîk bûm le qyametîş be yekêk le nizîkanî xoym qibuł bika.

wesyet dekem bo ew kesaney dost û nizîkmin eger ewendey boyan mumkîn debê katê mirdim laşekem leber pêy merqedî mela mistefa barzanî binêjin. yan lanî‌kem lew gořistanem binêjin ke ewî têda nêjrawe... lewaneş ke dost û nizîkî barzanîn û lepaşî becê mawin deparêmewe, îcaze biden ke qebirim le qebrî mistefa barzanîyewe ta dekirê dûr nebê ta wek le dinya hemû diłxuşî û şanazîm be dîtin û nizîkbûn lew bû. laşekeşim nizîk be cenazey pîrozî ew bê û eger xway kird û le sayey azadbûnî kurdewe cenazekeyan birdewe barzan, şitêk le êskî minîş berin û leber pêy ewda jêr xakî ken. eger boyan mumkîn nebê wesyetekem cêbecê ken qeydî nîye, xo eger boyan mumkîn bê û zeḧmet û derdî‌serî ledû nebê û be wesyetekem ’emel neken le qyamet lay barzanî gileyan lê dekem. lêşim řûne herwek leser dinya lagîrî lê dekirdim ewsaş lagîrîm lê deka...