’eşqî řast

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  744 Dîtin
ke mecnun kewte xełwetxaneyî xak
nidayek hat le qubbey baregay pak
witî: ey şête dyarî kirdewet kwa?
serêkî hełbiřî, řûy kirde lay xwa
witî: to xot ezanî şořî leyla
serî wa gêj û wêj kirdim le meyla
ne bîrî řûy cîhanim bû, ne meḧşer
xeyałim ’eşqî leyla bû seraser
le lay xwa xoş bû em cwabe řewane
buwe estêre bo em asmane
çe xoşe şořşî ew ’eşqe pake
bełê ’eşqêk ke pak bê dyare çake