tenha diłsozî
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1391 Dîtin
řengî jengêkî ke botey siruşt
qałbî minî kurdî pê dařişt
xo takû demirim lêm nabêtewe
kewate, watey çîm lê bêtewe
bełê her kurdim, kurdêkî serçił
pejarey hejar ebeme jêr gił
herzegerdêkim be ser yałewe
ser edem le berd bedem nałewe
ebînim herçî bangî ekemê
demî gîrawe ax bo hawdemê
em qewme wekû meřî bê ziman
dway herkesê kewt neybirde naw řan
be xurî û şîrî dest hełnagrê
bo goştî meře serî ebřê!
êsta desteyek peyda bûn ẍeybîn
ke dengyan heye û řengyan nabînîn
kewtûne xulyay bałaperwazî
be řîşî babe kewtûne bazî
be bałî xeyał be laf û gezaf
hełman efřênin bo ser kêwî qaf
ême le xakî ’îraqda ejîn
çonman bo elwê lem xake derçîn
’îraqêk ke xwa daymezrandibê
towî dû qewmî têda çandibê
çon řêy têdeçê ke řêy bêgane
bikewête naw em cê û mekane