dełêy: lêm geřê tawê bisrewm!

Li pirtûka:
Şîr û Helwêst
Berhema:
Mela Elî (1953-1979)
 3 Xulek  1649 Dîtin
dełêy: lêm geřê tawê bisrewm!
mandûm, demewê kemêk bixewm !
binû xot bawê naw gêjî xeyał
wek çolekeyek bifře yałe û yał
çî beser hate bêtewe bîrit
ta çaw debînê û biř deka şîrit
ta dił ḧez deka û dê be destewe
xot bide be dem heway hestewe
be şwên pepûley bał birîqedarî
wişeda biřo heta bêdarî
be şwên hełałey gułî naskida
tenanet be şwên řewî askida
be wişey cwan û te’bîrî be tîn
riste dařêje, paraw û şîrîn
be kêş û serwa, desa řomanê
her lew xeyałey deykey, bom danê
ta leberî kem weku ferzî nwêj
derûnim piř bê û bika sere řêj
çît be çaw dîwe le nawçey «pişder»
genaw, bêgełas, hełşo, sengeser
hêro, bawzê, bêşêr, bestestên
jarawe, řezge, heta şaristên
legeł xeyałim awêzen gyane,
byanke milwanke, wekû zengyane
bîkate gerdin bejin şořekem
řojî hatnî bo ser gořekem
kam gundey ełêy beheşt bû bo xoy
ewey ke baştir basyan bika, toy
çunke pêt witim zor lêy geřawim
êstaş wêneyan dêne berçawim
çûme şwênekey bîrewerî to
aweke û miřew bênasew hełşo
ew řojey řêman kewte «bênase»
ew naske pencey etût řêwase
çay xiste berdem êwe le pêşa
ta pêtan zanî destim bo kêşa
nan û hengiwîn û, doy sard û kere
xeyar û tirozî û, mîwey nobere
legeł nêw nîgay kîjî kełeget
wuzeyan xiste nêw laşey şeket
mêxek û catrew, řêḧane û sêpeř
wek bo êmeyan xistibne sêber
hengî serincî min û mêşî heng
heng bo hełałew, min bo kiçî şeng
ew le dêber bû, leber hetawa
min le sêberîş sûtam le tawa
«weswêne û, gîyre û, badîn û, bê muş»
lêy têkeł ebê payîz teř û pûş
payîzî êsta, beharî dwênê
xeyałî berew goře emdiwênê
hêroşim dîwe, balêłan, bekaw
miřê, derune, gundî nizîk aw
yadî êwarey «miřê» û «derûne»
êstaş awazî nałey derûne
le bîrte «kałê» û «arêz» û «pexşan»
le řêy kanî bûn goze leser şan
bo çak û xoşî êwe dehatin
etut şîrînî şewî beratin
«...» daway tozê awî kird
gelawêj destî bo ser çawî bird
paşan awîşî hêna bo ême
dyarî ew řojey ta êsta pême
êsta tînûme û wişke derûnim
çaweřêy awî destî xatûnim
bîrî «mirwarî û amîn û, gewher»
xendeyan ziřey zengî gwême, her
le yadim naçin tenanet lêre,
basim bo nakirên lem germe sêre
her tenya carêk çûme «libane»
řûm kirde deştî pişder lew bane
meger dêhatî «alanCih» weha bin
êsta wêran bûn ḧeyf û mexabin