mibḧis al’ilim

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 4 Xulek  911 Dîtin
duwemîn sîfet ’îlim û şi’ûre
le sebqî cehil û tefekur dûre
pake, dezanê, her kes ’aqîle
le qelb û demaẍ quwey ’aqîle
wacb, mumtenî’, mumkîn, aşkar
penhan û kullî û cuz’î be yekbar
zeřřeyê bwê le her zemanda
le zemîneda û le asmanda
hemû le lay ew tewaw zahîre
le ’îlmî ewda hemûy ḧazîre
«la tikin ḧirba, likin kin silma
bikil şî’ eḧat ’ilma»
gwê řadêr lewe min witim zerîf
labe eswîle û ecwîbey neḧîf
wekû eme: ’îlim ḧeqîqîyeye
ya îzafîye û nîsebîyeye
wek eme, to bê gwê bidêr le min,
sûrey ’îlmî lazîmey ’îlmin
sa emcar eger ew sûretane
qa’îmin be zat yektay yegane
lazim tê, eger bo ḧeqî ’azim,
em meḧzûre wa ke debê lazim,
bîna le teqdîr zyadey mebada
«wiqyamha bizat alhadîErebî»
ke şey’î waḧîd fa’îl bê û qabîl
«lişî’ waḧd eyha alqa’ilErebî»
boç? temayoz hes, le şek ew derde,
«ḧisb زاالûجûدErebî» bo ew sûre
erçî wicûdyan «fî alxarcErebî» newê
boç? emîç temîz xarîcî xarîcî tewê
weger be xoyan qyam ḧasłe
qewle be musul, ewîç batłe
wer be emrêkin qaym sîway zat
«kalalةErebî» bo ’îlim ḧeq be me’lûmat
le ’îlemeda ḧeq muḧtac bû be ẍeyr
«sibḧan alilh ’ima fîh zîrErebî»
cwaw diryage ke qyamî şey
be şey’ê tir wê ya be nefsî xoy
fer’î wicûdî «fî alxarcErebî»ye
suwer xo wicûd xarîcî nîye
er biłêy leme ewa lazim bo
îttîsafî ḧeq be ’îlim le des çû
«astiẍfirallihErebî» ewa ha řûy da
nefîy ’îlmî ḧeq be hemû eşya
dełêyn qyamê kewa menfîye
ew qyamese ke xarîcîye
nek ew qyamî îttîsafîye
ke wa e’emme û lewda kafye
«sibut alusif fî alcimlih wiluErebî
zihna û ’ilmaErebî» zerîfî bişnew
qyamê nîye biłêy zeḧmete
boç? me’nay qyam legre emete
yanî ḧasiłn le îdrakîda
nek ḧasił le nefis zatî pakîda
’elawey eme er gwê bikey lêy
ew me’na ke ḧeq muttesîf bê pêy
me’nayêke wa meşhûre û mu’len
ke te’bîr dedrê lêy be «danistinFarsî»
«walatsaf balim’inî alimzihirErebî
û an yistilzim litilk alsurErebî»
lakîn îttîsaf xuda bew mana
kafîye le bûn ewda be dana
«bila aftiqar li’en yitsifErebî
bitilk alsur ayzaw fi’ensifErebî»
er biłên sûret zîhnî bê meqal
me’xûze le emir ’eynî ya mîsal
pes lazim debê ’alem qedîm bê
ya «fî al’ezilErebî» ḧeq ’îlmî ’edîm bê
bem ka’înatî «layzalîErebî»ye
şe’nî îlahî leme ’alîye
qîl fî alciwab: kan kafyaErebî
fî ’ilim aliḧq bitilk al’eşyaErebî
’îlmî ḧizûrîy safî pakî xoy
be zat û sîfat şerefnakî xoy
boç? herçî dewê lem mumkînate
zîlal û ’ikûs zat û sîfate
pes ewa bo to zerîf bû beyan
zat û sîfatî mîsalî eşyan
er biłêy la lay her kes ḧałîye
em ka’înatî îstîqbalîye
ẍeyre muntehîn xarîcin le ’ed
«la tintihî fî alucud liliḧd»
pes hergah xalîq cemî’î eşyan
’alim bê pêyan ber le wicûdyan
lem teḧrîrî to lazim têtewe
sûretî ’îlmî nebřêtewe
xo meşhûrîçe «birhan altitbîqErebî»
bo latenahî mubtîle teḧqîq
ewe ḧeq ’alim be cemî’ nîye
eme tenaquz newê bes çîye?
cwaw diryage: ’îlmî îlahî
be umûratî namutenahî
be tefsîl nîye beł be îcmale;
tenaquz lêre wa bê mecale
boçî? me’lûme ceryanî delîl
le ferzî ’îlme be wechî tefsîl
«qîl: mirdud hiza alciwabErebî
û ma yi’etîkim hu alsiwabErebî
û hu înma yilzim zilkErebî
ey latnahî alsur hinalkErebî
lu kanit tilk al’eşya’ altîErebî
lattinahî tixalifitErebî
tixalfa qid yistilzim zakErebî
litxalf alsur hinakErebî
ama, bilaşk, lu timaslaErebî
bi’iz min zihî al’eşya’ filaErebî
bes bî beḧsî em munteqedate
newbey beḧsî ře’is mu’teqedate