mibḧis alsّlaة walsّlam

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 2 Xulek  1012 Dîtin
hewrekey řeḧmet rûy semay kerem
selat û selam key kem îste kem
bêrê û biřêjê û bida wehemda
weser mezre’ey řoḧî xatemda
ser waz ka seraw we her şetawda
weser sewzey pak al û esḧawda
ta bida peřtew weser wicudda
îman le esraw ehil şihûdda
«bi’dErebî» gişt eczat boy be demax
kam demax? we boy yadî xuda çax
nek nefḧey demdem «xalq alanamErebî»
ya feyzî enfas esfyay kîram
we nakaw boy bêt çabuk ka gozer
boy we ḧesret newî baxeber
hêmay heway ew qedîm peymane
pêmane, wek ehil hewapeyma ne
delałêynewe: serîḧ, îma ne
hay saqî! aman beḧsî îmane
her behar nawê, «dey» le peymane,
firset defewtê dey le peymane
to sebûy mey pêt, cam canfîday řêt
dił çawî wa lêt, sa ba bêt; ta bêt
zwan we bê min weser teqrîrda
xame we bê des weser teḧrîrda
«wima xilqitErebî» hes le qur’anda
defermût: le xelq cîn û însanda
ḧîkmet ’îbadet «xalq alxilqErebî»e
ewîç bê îman hebay mutłeqe
beł er nanasye nawê ’îbadet
beł terde le feyz fewz û se’adet
le key munafat «likî a’irfErebî» çû
desemil degeł «lî’bidunErebî» bû