şwan û şûtî

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 1 Xulek  861 Dîtin

şwanêk eydî hêndê xełk nermekey nawewey şûtî dexon. gutî boçî minîş wek ewan nekem. şûtîyekî kiřî. şikandî wekû ewan nermekey nawewey xward û dewruberekey hêştewe. gutî êsta xełk dełên ew şûtîye dewłemend xwardûyetî.

şwane paş tawêk bîrî kirdewe: boçî dewruberekeşî nexom? xełk dełên dewłemendekey nokerîşî legeł buwe. ewîşî xward. dway tawêk gutî: ba twêkłekanîşî bixom. xełk ke denkekanî debînin dełên dewłemendeke gwêdrêjîşî pê buwe. twêkłekanîşî xward. axrekey denkekanîşî xward. gutî: xełk dezanin dewłemendeke mirîşkîşî hebuwe.