bemişt lew awey nîwey xwênawe

peyker
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 1 Xulek  677 Dîtin
bemişt lew awey nîwey xwênawe
terḧî şehîdî le pê şorawe
be wirde êskî bawik û bapîrman
be xakî bêxust jêr pêy dujminan
lêy dirust dekem peykerêkî cwan
le beriztirîn lutkey çyakan
heta hetaye wêney xebat bê
cêy zyaretgay řołey wiłat bê