a emeş ’eqłêkî zorî dewê?

Li pirtûka:
Koy Berhemî Qizilcî
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 1 Xulek  850 Dîtin

pîrejnêk û pîremêrdêk bûkêkyan hebû. bûkekeş zor temeł û tewezel bû. carêkyan pîremêrdeke witî:

- jineke! to dest dere kozeke; bikewe řê bo aw. minîş gozeket le dest řadekêşim. bizanîn bûkekeman şerim deygirê biçê bo aw.

awayan kird. pîrejneke destî da gozeke. pîremêrdeke xerîk bû gozekey le dest bistênê û gutî:

- pîrejin! bîde be min deçim bo aw. to pîr boyî.

pîrejneke gutî:

- na na! eme karî jinane. xom deçim.

bûkekeyan temaşay kirdin û temaşay kirdin, pêyan pê kenî û gutî:

- eyeřo eyeřo! însanî pîr çon serî le hîç dernaçê. a ameş eqłêkî zorî dewê? nazanin emřo yekêkyan biçê bo aw, sibeynîş ewî tiryan.