«las paşî ew zemawende zortir lelay xezałê bû»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  603 Dîtin
lew xakeye ew demawe zore
boxoy û be mame řeş be nore
ya lêre weya le bałekan bû
ta mirdin elew dwane xan bû
samî leser ew wełate wabû
gurg û meře her wekû bira bû
bew ḧałe demawe ta ḧewt sał
laçû le binaẍe car û cencał
xo kes le kesêkî hełneqoçî
bê zułim bû ta deřoyî koçî
ta bext û firîşte bû weha bû
bo xêl û ’eşîretî çira bû
řojê ke nema be tîrî çiłkin
řanî dekirawe ew le kej kun