«wełamî terîdekan û xizmetî xezał be şew û řoj be lasî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  437 Dîtin
gutyanewe cerde nokerî toyn
ta to hey û, ême meyterî toyn
bo las le řêgeda serî me
çun nokerî toye nwênerî me
lew řojewe las ebû birîndar
xoy kirdewe ew xezałe bêkar
lew xêwete her le bin serî bû
ew hemdem û yar û diłberî bû
yek dane pizşikî bo dehêna
dey kird dewayî le şwêne
çil řoj û şew ew kirawe derman
ta zam û birînî bo weyê jan
ça bûnewe wa birînekanî
bo hew hewî esp deytiwanî