«xo sazkirdinî ałî bo şeřî lasî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  448 Dîtin
ałî bewe derdeçû le dînî
xoy xiste ser espekey be zînî
wek laqî le polo awrî da
bê, ew deme dengî leşkirî da
çen gewre le xêwetî ewî bûn
ew hane hemû ’eşîretî bûn
bo komegî hatin û le bo şeř
řû tirş û dizêw û tał û bedfeř
ke suwarî esp debû be yelẍar
ço dewreyî lase şoře ewcar
çawî ke be leşkir û nefer kewt
ew lase le dawetê wederkewt
deygut be xezał to wemêne
her bigre şayî lew şwêne
têkî mede dawetî diłane
ew dawete mergî dujminane