«destûrî las be mame řeş bo wey řimb le nêw şayî biçeqênê û pałî wêda»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
628 Dîtin
las ewheyî ger dedî be çawan
ejnoyî debo weşil le tawan
ca xoyî fiřê deda le zînî
dekulanewe dił be ẍem birînî
fermûy ew deçme nêwî dawet
bew çopye min degem be awet
ew řimbe le nêwî dawetê de
řaweste be pêwe xoyî wî de
biřwane le hełpeřînî lasî
lew dawete ta bikey supasî
çû ew çete řimbî da le ’erzî
şanî ke we wî deda nelerzî
ço dawetê lasî dił peşêwe
ew zerdeyî kewtibû le lêwe
wa hełpeřî ger deçowe şayî
wek bêtewe jin le bo birayî