«xewn gêřanewey las bo mame řeş û weřêkewtinyan berew małî xezałê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  491 Dîtin
ger lew xewe řapeřî detirsa
endamî be lerzeda degîrsa
gêřayewe xewnekey be sed ẍem
bo mame řeş ew birayî hemdem
fermûy ke wehaye bîrim ewcar
řûy dawe bełayî gewre bo yar
ba ême weřê kewîn be yelẍar
bibřînewe kêw û kej wekû mar
çun wade û katî çûnî wême
ew perye hemîşe çaweřême
bo xoyu û be mame řeş hełistan
kirdyanewe zîn ew le espan
ke swar debo we çil terîde
řoyştinewe her degeł ewî da
bo hobe û bo çyayî yarî
seyrangeyî xoşe bo beharî