«wełamî memendî feqê weys gewrey leşkirî bo las»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  641 Dîtin
lew kêwe memende borî weysî
wek gurgî nexoş û har û birsî
deygut ewe toyî kurde ḧîze
bê şerim û ḧeya û bê temîze
ewřo ewe meř bira be tałan
dey nobe biranî řû be xalan
xo dêynewe kurde bew zwane
boyayî xezałî to bizane
ew yare le kin eto ke lasî
deykeynewe dîl ta bimasî
ey kurde eto ke bûye cerde
zû labde des le ême berde
ba kes nełê ew begey ceḧêłe
kuştûyetî yek şwane wêłe