«destûrdanî mame řeş be cerdekan bo hênanî çil desk guł»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  466 Dîtin
her ew deme mame řeş řwanî
bangêkî dekirde yarekanî
çil çepke guł û hełałe bênin
lew benden û yałe meyjekênin
ca çûtewe kêw û kej terîde
çinrawe kułukî kes nedîde
lew kêwe dehatin her wekû ba
gułyan wedestî mame řeş da
çil mûyî simêłî xoyî hełqend
deykirdewe deske guł be mû bend
zû xêwet û baregayî tê na
deykirdewe çoł ew şwêne