«tûřebûn û heřeşekirdinî las le ḧeyder»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  639 Dîtin
las ewheyî ger dedî le ḧeyder
ço pêşewe des lewê be xencer
deygut çye bê ḧeyayî kułkin
bo bûye be mame řeş degeł min?
ew etke kuwa deçê le bîre?
ba bêmewe êrekane pîre
le gwê û kepoy to dekem nał
ca detkeme cê qumarî mindał
êstakewe karekem zerûre
min lêre deřom û řêge dûre
las ewheyî pê gut û deřoyî
ço pey serî karubarî xoyî