«şew ke řoyî las swarekanî nardewe bałek û boxoy berew çil piley ’umanê řoyî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  499 Dîtin
neyma ke řeş ew şewey behane
deykird beyane şit be yane
lew herde wedernira řeşî řût
zerdêneyî xuretaw engût
sipyê neyî pêşe tawu xore
gořî be sipî sya û bore
serkirdeyî ’êlî bałekane
řûy kird le hemû swarekane
deygut werin ey řefîqekanim
gwê hełxene bas û pendekanim
min deçmewe bo şeřî çetane
ew řoke elew kel û kejane
dinyaye be mame řeş dekem tał
bê las weřêkewn berew mał
bo małe tewaw bî demênin
lew xakî gewrkida memênin
bê leşkire min deçim le bo şeř
be xwênî leş ew çetey dekem teř
ta xełk be min nełê duwaye
çoser çete bew hemû supaye
ger lew şeře şêreda nekujram
bo êwe heta hebim her aẍam
ew laseye ger nemawe botan
danênewe gewre her le xotan
giryan û swarekey deřoyên
gutyan kewe çawe nořê toyên