«tane û teşerî kiç û jinanî ḧesûdî hobe le çepkegułî lasî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  463 Dîtin
guł çepkeyî ser kej û dyarî
narbûyî ke las bo hewarî
ew kate le kin xezałe mabûn
geş bûn û le kûpe şûşeda bûn
gułyan ke dedî kiçanî hobe
kirdyanewe lew gułane tobe
gutyan ke ewane key cwanin?
kwa laqî destî diłberanin?
şwanê ke le meř becê bimênê
lewhane hezar deske dênê
hestawe bewey řiqî xezałe
deykirdewe ew le guł sikała