«nasînewey xezał û çûn bo lay»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  488 Dîtin
katêkî ke xoyî pê denasî
ew kîje lewê be kake lasî
bo ew kewe las eçû le serda
deydî ke kerasî şiř leberda
fermûyî le bo xezałe awayî?
bo hênde kiz û peşêw û şeyday?
zerbûyî wekû gułî hełałe
netmawe çi zînet û cemałe
deygut ke ewîne bote dawim
lew katewe min cerg biřawim
lew řojewe ke çûye der le małim
xwênaw deřêjim û denałim
durwî tuwe ger xezał zerde
şêwawe, cilî şiřî le berda
ey lase hełoyî ser heware
řabgire elêre to sware
ba biçmewe cê û ban řaxem
min şêwe xwarî espe daxem
dênim be pyaw lew çyaye
çen bar le kode û kemaye
ew diłbere be berg bipoşî
mîwan be ew demey be xoşî
royştewe ew xezałe karî
bo xełk dekird her dyarî
her nokere çû le bo şwênê
her lawe deçû şitê ke bênê
êware dehatin ew sware
bo hobe be lûze û be ẍare
řûyan ke le hobe kird be lûzew
mîwanî xezał ebû le bo şew
wêsta bû sefî jin û pyawe
bo seyrî supayî mezne lawe
ew xełke be hatnî ewane
kobowe le pîr ta cwane
ta řêz le lase şořî bigirin
le cuwanî û naḧezî bifkirin
kes bîrî lewey nebû şwane
ew xaneye wa le bałekane
derkewtewe ger lewane serda
ew ’aleme her beyek dem û zar
kirdyan le las aferîne
lew espew lew suwaru zîne
gutyan ke xezałe şořî bed xû
bew mezne cuwane ba bika şû
kurdê kewe řû bika le berxan
key layqe bo çirayî nebyan?
yek xêwetî çil gezî be bałî
besrawe le çadrî xezałî
bo desteyî las hełdirabû
sertaserî piř feřş kirabû
pîr hatin û çûne jûrî xêwet
kirdî be cwanekane xizmet