«çawkewtinî las be xezał û nenasînewey»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  430 Dîtin
law layewe las elew heware
řûy kird le leşkir û sware
fermûyî ke dabezin elêre
bizanim çye weẍrî ême, xêre?
ew hobe kesî ke lê nemawe
tałan û biřoyî lê kirawe
mangê lewe pêşe key weha bû
sed tawił elêre hełdirabû
haha jine çiłkinî dyare
ba lew jine pirsim ew heware
bo waye be bêkes û newaye
bê bezim û heraw bê sedaye
neyzanî xezałe, borî çiłkin
waşîn û sewz deçî wekû xun