«dîtnî hewarî şałe begyan be hewarî xałî»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
575 Dîtin
gwêz bûyewe hobe bo hewarî
lew cêgeye řeş neçû dewarî
cê mał dyar ebû be bê mał
lew kêwe ne xełk bû ne ajał
her çende be çaw dey řwanî
lew hobe le şîw û bendenanî
ney dî ke ne ’alem û ne çadir
berbû le derûnî las agir
wey zanî kirawe hobe tałan
gîrawe serokî řû bexałan
neymayewe hoş ew le ser zîn
deykird le tawî giłbeden şîn