«bangî las be bend le layen ḧeytewe»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  483 Dîtin
ew ḧeyte lewê desî ke pêkird
hoşî le suware şoxekey bird
deygut çye ey sware ser řaw
degrî be wełaẍe to be piřtaw?
espêkî muḧende kû le bin da
lew espe kirawe zînî morsa
aw zengyekey be nuqrekanî
nexşawe weha deka dyarî
mirawî liẍaw û tenge bołẍar
bew zînew espe to dekey ẍar
kirdûtewe ke çi le ser kiławe
lew kêwe dekey be fîz řawe
ger lasî le to dekem siławe
des berde ’ezîzekem le řawe
pêt waye suware her eto hey?
bîrî le xezałe şoře nakey?
mawêke ke dîlî ’aşiqane
yexsîre le jêr desî ewane
tałan kirawe małî nebyan
bê małe be řoj û şew degryan
hatûm ewane ger biłêm pêt
to bigre û tem suware le gwêt
gerneygeye ew ledest deřwa
ser şořî be min nekey ke biřwa
dedruyî be mil keçî le ser şan
yekdane peřoyî şînî ber pan
le zimanî xezałe şoře hatûm
bo ew qise min we êre kewtûm
wa bełgeyî hełdedem le bo to
lew yare be řastî ne be diro
kewşî wiye nuqre bendî dim kûr
kirdûye le qaç û qul belek tûr
xaraye kerasekey binewşî
dawênî dekewte řûyî kewşî
sayey wiye mexmerî le kaşan
desmałî ketane ew le ser şan
hewrî le ser ew ketaneda bû
bew dîmene qozir be beła bû
lew kate ke ew be dîl egîra
dewrew berî lê gira be şîra
lêy da kizebayekî şemałe
demkirdewe řeçaw lew xezałe
xałêke le beynî herdû memkan
nexşabû be gewher û be mercan