«xezał be bend bangî ḧeytey deka»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
567 Dîtin
ey qasîdî gewre û girane
to beşqî xudayî asmane
ger nameyî padşa be toye
lew kêwe deřoyî wek hełoye
bo hoz û ’eşîretî zurarî
bo min bere namew dyarî
bo las le gudnî nawpirdan
pêy fermû meger wehaye serdan?
ney bîstuwe ’aşiqî xezałê
paş ewhe ke las eçowe małê
ew hatne ser nebî be leşkir
lew hobeye bûne awu agir
qewmane le polî řû be xałan
dekirayewe mał û hobe tałan
debrawe xezałe wa be dîlî
besrawe be mûyî zulfe pîlî
katî ke be mûyî xoyî be syan
hawarî dekird û dîde giryan
dey fermû be lase şoře bêjin
řizgarim eger neka le dujmin
nem katê be ser řew û be yełẍar
nem katewe lew bełaye řizgar
yekdane peřoyî ew le şanî
dirwawe ke bêtû bê bizanî
ey qasîde ger sefer dekey bom
to lade emin kenîzekî tom
lêm wergire zêw û zêř û lîre
bî lêre gedaye ger wezîre