«wełamî pîrêjnî beyte şew dirozin»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  490 Dîtin
pîrêjnî beyte şew dirozin
gurasnî qirjinî ser asin
deygut ewe ’aşiq û nefamin
aẍayekî mil hoř û zelamin
newbîstuwe xanmî cwane
dêwaneyî kurdekey şwane?
çen řoje le pał ewî xizawe
ew bûke, şwane bote zawa
ta ew heye êwe nadwênê
dyarî weye çawekem cwênê
ke cinêw û lewî dewê be pûtan
dênim be cewał û têr botan
ew kîje le şanî êwe dûre
ber maweyî kurdî şarezûre
to beşqî xuda ke êwe şêrin
lew basewe nêwkem weşêrin
çun bew qise ger perî bizanê
deřwa serî min le ser zimanê