«destûrî xezałê bo cê řaxsitinî lasî»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  694 Dîtin
ewca ke le xełk çoł ebû mał
her manewe şoře law û qij kał
’alem ke elew seraye royî
heł bû şine bayî xo be xoyî
bêgane ke řoyî lew demey da
cêy giçkełe ça kira le derga
xanim ke le tawî lase mecnûn
bû, ew şewe qametî debû nûn
deygut be kenîz ew nwêne
to řaxe le bom û bim nûyne
ser êşeme ’aciz û nexoşim
xo dêm û be lêfeda depoşim
dey wîst ke hobe bo wexamoş
be jwan bika şuwane serxoş
deska be peyamî diłnewazî
bîka le nyaz û řaz řazî
amêzî le yektirî werênin
çeqłî xeme her le dił derênin
lew maweye kiç be řuyî sûrî
her bigrî hetakû lêy bibûrî
koney neken ew be kêşe wajo
ew kate le des neden be fêřo
day deřnî le xoyî go û kirmek
zû nust ke kewte řuyî doşek
bîrî lewe bû ke las her dê
denwê degeł ew kiçey leser cê
wek mêw le bejnekey dehałê
degrê be desî kezî xezałê
tałan gire her le maç û mûçe
lew kułme ke kałe wek hełûçe
neyzanî hewayî lase waye
zîwir buwe bo jwanî naye
dił piř bû le yarî boye mecnûn
leylî le şewa dekird meḧzûn
ew lawe ke win debû le bin cêy
lêy xewt û serî weder nena lîy
her çend xezałe xoy dekird mat
bo wey ke biga le şew be awat
mem ew şewe bo xewa şewî bû
lew derkeye piřxebo xewî bû
ger wayî dedî xezał ew kat
deykirdewe nałe lerzî lê hat
wîstî qerewaş wa bizanin
ew xanme derdekey giranin
agayî le xoyî her nemawe
bêwaze dełê şit ew be bawe
kîjî decwan û gerdin kêle
ew perye nexoşeyan deşêla
ew care ke xełkî hobe nûstin
hełurdinewe kareker be xewtin
her tawwisî ew heware mabû
nasorî derûnî bê dewa bû
her tawe be nałe û be janê
deynawe milî le hateranê