«derde diłî las be bend»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
8 Xulek
846 Dîtin
ca ew deme las ekewte ejno
ew bendeyî bo gutin le ser xo
deykirdewe arezu û awat
bew core be qam û bend ew kat
sed xozge emin le qeysyan bam
têr aw be çawekey jyan bam
řwa bal le lêwî awu lendan
ya xo le ziney denêwî zewyan
westayekî xełkî mîsre ya şam
bo xoyî temayî tê bikirbam
ew tewrî le bink û řîşeda bam
bałayî le ser zewîy bixisbam
lew dwaye her ew xebate zende
ew qeysye dare da le řende
her wek peresî mişar bênî
cestem le mişar dabhênî
bimkate be tîrî xase řenge
biswêtewe bendenim be senge
lew tîre ke dayî nûke peykan
bîdatewe des miroyî şit zan
le miroyî debê řeza û aza
wek bîjene bo şeřî beraze
ew lawe be hêz û taqet û tîn
řustem biřfênê her le ser zîn
ew tîre le ser kewanî danê
hawîştinî tîr ça bizanê
bîhawê be hêzî baskane
bîkêşê le jêr ew kewane
derçû ke le jê be yek tekane
biřwa le kej û le baskane
wa bifřê ke kes ewî nebînî
ta lûtkeyî kêwî kêleşînî
qoçî qezen ew ḧesarî sekiran
bo tîreke bê be cêge seyran
bibřêtewe řî lewê be tawe
řû katewe soł û meř kujawe
ew care le to řewu le keprî
nîşaneyî lew kejane bigrî
biřwa le biłindî û le kewyan
ta dête řemendî şałe begyan
ḧew sałe elew kejey bimênê
gořanî zemane neyřjênê
řoyî ke beser ewa ḧewt sał
bê ’êl le kêw û benden û yał
ser hozî ewane eḧmed aẍa
bê yane ’ezîze ya budaẍe
lew xêłî de sûr çî le cêda
her ew deme řabirin bewêda
kêjołeyî nask û beden şil
wek sêw memk xiř û şil û mil
lew ’êle le kiç gelî dyarî
ta bîkene çake û dyarî
hełgirnewe tîrekey le gořî
ew bîdene des xezałe şořê
yekdane se’atî têy bifkirî
lew tîre xezał û boyî bigrî
çun ’îşq řegey ewî biřîwe
derdî le des ew zemane dîwe
’îşqêkî le cerg û dił çeqîwe
bew ḧałewe kê dełê řizîwe
tozî le hewayî yare pêwe
bew bonewe kewte şax û kêwe
bînêtewe ew kiçey cwane
westa le çyayî hîndyane
ew tîreyî ew bida be westa
selkî le teşî wenûkekey xa
selkêkî cwan û qoz û xiř nûk
gakêwî nîşan û xiřkełe û sûk
yek dome jinî be saye şînî
lew ’êle le hobeda webînî
wêy da biłê bew ke bîfroşe
ew teşye be lîre ya be qoşe
bîgêře le benden û hewaran
nirxî bike to teşî be yaran
ta bełkî biga teşî be yarî
derçî le geřokî û hejarî
bûzûyî be teşye ger deřêsî
yarî be dedane řaydemûsî
ger hate xuwarê wek dezanî
dedrêtewe ew le şilke řanî
ca ew jine dome bêtû bîba
kes lew jine bore neykiřîba
her yay xezał mişterî ba
meylî le teşî be eşrefî ba
bo xoyî wedest xist baye
bew teşye xurî biřist baye
bo lawî be cewher û cwane
begzade û xanî bałekane
bûzûyî le bar pê biřêsê
hewdayî be lêw hełkiřûsê
bew teşyeyî řistiba ḧewt sał
řîsî le beřew cewał û bermał
le dwaye gułałe lêy qełs ba
çîdî be teşî xurî neřisba
ew teşyeyî birdiba le ḧewşe
dabayewe jêrî nałekewşe
kirbayî be dû let û fiřêy da
ba ew lete kewtibawe dem ba
ew baye ewî bida le şaxan
bîxatewe gořî mołe berxan
bîda le biłindî û le newyan
awa bê le bistuwan û kewyan
bo mêrge çukoleyî bibirba
lew mêrge le şînkeda kewtiba
ewca kize bayekî şemałe
bîka lete teşyekey ḧewałe
bo çînkeyî şîn û سەەûزی awan
geybaye be kanî û dewaran
ew teşye le ser tiraznî wan
bîkatew şîn û sewze yezdan
ew noreye dar, şořebî bê
şořabeyî ser leser zewî bê
dabrê be pop û liq hewarî
çwar dewreyî mêrg û mêrẍuzarî
le binew bye herçî dîde mestin
kořêkî be bê ẍemî bibestin
şořabeyî darebî weha bê
her ’êlê le bin liqê lewa bê
bigrêtewe bin liqê lewane
ḧorî le çyayî zudyane
’êlî dize ba be baẍełî şoř
bê biçnewe bin liqê le bo koř
ba baznedarî şoxî ako
dagîr biken ew likê le bo xo
ba bê be xezêm kîje koyî
ew zêře cwane bo kepoyî
ba bênewe saye şořî biłbas
bîden le berokî soxme ełmas
soranî zelamî şarezûrî
bê bew leşî her wekû bilûrî
ba tas kiław darî herkî
bê, gerçî giran û qurse erkî
çi gware tełaye bê le pijder
ko webnewe diłberî řeş esmer
ba bênewe polî řû be xałan
lerzane wexu bixen le ałan
piştên şilî ẍunçe zare bo geşt
ba bên le swêsnîCih û le serdeştCih
kîjołe le baneCih bê bełek çaw
bew hewrî û bew berokî bedaru
ba bênewe kîju jin le şîwan
hewramî û tawsî merîwanCih
babê le sineCih û seqizCih şil û mil
bew řûyî cwan û qametî şil
kîjołeyî nerim û şil le bokan
wabê ke bida teşer le bukan
babê le meḧałî şarî wêran
kar askî şuretî le êran
bê diłberî lale řû le lacan
zerza û şikak yane pîran
ba bênewe şoxî nêw mehabadCih
ewhane be naz dił deken şad
babê le gewirk û ’êlî menguř
bêrî de cuwan û şeng wek duř
danîşin û ew le yek cuda bin
her deste le bin likêkîda bin
tenya like nêweřastekey bî
bîden be xezałe şoře îdî
ewhane le dar hełřiwanin
wiryan û hemû şit ew dezanin
biřwanin elew byey be wirdî
pirsin le hewałekey be kurdî
çen dewreyî çon le jîn dîwe
kêw pare û bendenî biřîwe
ew dare dełê bewane lewłam
debřawe be tewrî ’îşq bałam
bew ’îşqe le kuşterî dirawim
bew derde le řîşeda biřawim
herwa be hewayî ew ewîne
dekirawe le cerg û dił birîne
bew daxewe bû ke bûme tîrî
derçûm le kewan û jêy jîrî
demdînewe çen kejî de řengîn
ta kewtime serçayî şîrîn
tûşim ke debowe řû be xałê
denramewe ber desî xezałê
sewdayî ewîne ger teşî bûm
’aşiq be berok û baweşî bûm
bew hêze le jêrî nałe pare
nałem kid û bûme pare pare
kewtim le tiraznî ewîne
dûbare řegem debowe şîne
tîşkî ke ’îşq be tîn lêdam
ew care emin be bî derûsqam
bew awrî ’îşqe derbeder mam
bê leşkir û mał û bê nefer mam
dembirdewe řenc bo şuwanî
kirdûme le kêw berxewanî
nembû ke le kej ’ebayî tenke
demkirde ’ebayî şew kepenke
her mawe şuwênî zame êsta
le sitome kewa řina be peste
kwa zorye dirdî dił degutrê?
şer’î min û ew xezałe dekirê
ew diłřeqe zor û min nerim dił
min bulbulî bê qerar û ew guł
ew baze emin kewî řifazim
ew seqre emin be řengî qazim
ew awe emin gyayî bê aw
ew tawe emin gułî be bê taw
ew bêrîye min şuwane wêłe
min pîr û kelak û ew ceḧêle
ew şayî wełate min hejarim
ew xawenî małe min nedarim
key dêtewe ew bezey be ḧałim?
key dê bezeyî be ême załim?
řû mone xezał û girj û tunde
qet wa nîye awřê wemin da
be derdewe şew dił denałî
deşkê be ẍemî ewîn bałî
tirsim heye min le awetî xom
bê beş bim û her be cê nega bom
ey şoře jinanî nêw wełatan
wêstawe şuwane wa le latan
bo êwe emin pena dehênim
kujrawim û win meken xuwênim
yexsîrî xezałe ew şwane
bistênnewe tołe lew cwane
’aşiq kuje ew xezałe nêwe
wek ḧorîye wa le kořî êwe
pendî biden êwe her be nore
des hełgirê ta le zułim û zore
beşqem bezeyî be lasda bê
bo gořî, şewane wek çira bê