«pêdagirtinî xełkî hobe leser bend kutnî las»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
658 Dîtin
gutyanewe xełkî hobe be şwan
norey tuwe zû ke des be bendan
dey fermû ke des bikem be beytan
dedwêm le xezał û berxe be ziman
her basî xezał min dezanim
řojane le kêw û kej şwanim
zyatir lewe çî emin bwêjim?
kurdêkî feqîr û gêj û wêjim
ger basî perî bikem dekujrêm
çun ’aşiqî zor hen le ser řêm