«nexşey geře lawêje be xełkî hobe bo wey las binasrê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 3 Xulek  561 Dîtin
dû dił ke perî debû le lasî
wîstî kewe çatrî binasî
deykird le xełkî hobe qawe
şew herçî hebû le pîr û lawe
her kes kewe lawjey dezanî
řûy kirde seraw û dîwexanî
ta bîkene lawjey be nore
banore bigate kurde bore
ew fêłeyî boye kird heta las
bo bone le xoyî ba bika bas
zanî be hewayî xo be xoyî
kuř bełgeyî hełdeda le xoyî
ca bû geřelawjew be gałe
ta nore degeyye ser xezałe
ew kîje ke lawjî ḧewada
xermanî ẍemanî wa be bada
deygut le diła hemin ẍemî zor
xew bo mine şew debê be pêxor
kwêstanî be łaye leş temî ẍem
lanaçê le ser serim heta hem
kwa řoyî le xoşyane tawê
bo wî nye germî û hetawê
řû zerdim û guł le bin nisêye
dił derdî be bê dewayî pêye
xem bo çî nexom çun lemew pêş
peyda bû yekî geda û derwêş
degut ke emin pyawî lasim
meḧmûde be mułk û min heyasim
min nokerî dîwexanekey wîm
perwerdeyî awu nanekey wîm
gew wayî defermû ew elêre
pêm wabû ke pîre pê be xêre
pařamewe min le pîrî wirya
giryam û degeł min ew degrya
demgut be hewayî ’îşqî lase
cergim řeşe her wekû pełase
awêkî eger nekey be cergim
webzane ke çawenořî mergim
bêtû ke negem be awetî dił
min debme cuwanemergî bin gił
qewlî be xezał eda nehênî
biřwatewe lasî bo bihênî
çil řoje nemawe karubarim
min çaweřwanî řuyî yarim
nemdîwe ke las bê elêre
bigrêtewe lew xezałe sêre
ya pîre geřîdew dirozin
bû, boye diroyî kird degeł min
ya to hewî kurde, bo be qurban
deng nakey û řû dekey leberxan?
ger lasî eto serit hełêne
min diłberî tom û bimdiwêne
biřwane le dû biroyî taqim
ḧorîm û le nêw wiłat taqim
kirdûmete ber le bo cuwanî
kirasêkî le mełḧemey ketanî
du zer memî goyî ser be gijnîj
ser goguł û şilk û lûsenek tîj
pawan kirawî bin kirasin
lîmoyî ḧełałî şoře lasin
çî pîre pyawe ya ne lawe
ser penceyî lew memey nedawe
le kirasme bew berûyî nerme
dirwawe ke bîs denk le dugme
biřwane bibîne řengî dugman
mirwarî û ’ace fîl û mercan
ey kurde eto le nîweşewda
lew wexte kewa xełk le xewda
hełbigre le sînew le memkan
ger lasî eto, kunê dedugman
maçî bike lew memey depawan
to bimje be lêw go leserwan
net batewe xew le dîwexanê
her zû were jûr bo jwanê
ger hewnî debê e to bizanî
nakem be ẍeware min şwanî
sozî wederit denêm elêre
fikirêkî cuwan hełbijêre
bewcore ke lawjî defermû
aw le derûnî las berbû