«geyştinî las be hewarî şałe begyan yanî hewarî xezałê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  491 Dîtin
řoyî le biłind û şîw û newyan
ta geyye hewarî şałe begyan
lew kate le małe derbeder bû
pîs řojî le řêgeda ke pê çû
lew bendene lasî piř xeyałe
xoy xiste hewarî ew xezałe
bê deng dehate nêwî ’îlî
sûřawe be gêjî û be gêlî
ço berdemî tawłî wekû mang
xoy nawe le bin dewar û lapank
danîşt û kemê pişûy dawe
lew sêbere xoşeda ḧesawe
lew kate le jûwir xawenî mał
pirsî le piř ew le las eḧwał
karit çye çî? le çî geřawî?
bo zerd û şipirzew jekawî?
ew care ke ew ẍerîbe lawe
lew çêye wełamîy wa dedawe
kurdêkim û min dekem şwanî
dey bimgire to be berxewanî