«kokirdinewey pîranî dê bo řawêj le layen lasewe»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
2 Xulek
722 Dîtin
dêwezmeyî şew zewî ke dagirt
win bowe hemû şit û xit û pirit
ser qafłe şew le zengibare
peyda bû be qafłew qetare
qîlî le hewaw ’erz piřjand
sertaserî ew syayî denwand
danîşt le jûrî hudekey mîr
kirdî le xezałe şoře tegbîr
her çî be xeyałda ke dêna
çî sewz nekird lew şwêne
lew barewe pîrekey kebû kurt
hesta le wetaẍê meclîsî girt
her pîrê kewa hebû le dêda
deykirdinewe ko hemû lewêda
lew meclîse gewre mîrî mîran
deduwawe gutî be şew be pîran
mawêke ke bulbulî ewînim
ḧałim nye tał û tûşe jînim
gîrodeyî mûyî diłberêkim
dił kun be mijołe neşterêkim
şew nałe dekem heta beyanî
xew naye le tawî çawekanî
meḧbûbeyî min xezałe nêwe
wek ḧorîye diłberim be şêwe
kîjołeye bo nebîy gewrkan
ser hoze mela nebî le êran
ew ḧorye meskenî beheşte
min wa le telan û ew le deşte
kwêstanîye ew emin le germên
destî minî key dega be dawên?
pîr û çye ey birayî hoşyar?
bîłên û emin meken xetabar
ew kîje debî be şeř bihênî?
ew lase we ya be xazwênî?