«miçuřk pêdahatnî las û pirsyar le pîre ke ew xezałe kêye? we pîreş kutî: »

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  724 Dîtin
de bizane ke ew xezałe kêye
wek ḧorîye małekey le dêye
mîwanî debûm û şew be bendan
dedwam le basî êwe qurban
bew baseye mubtelay eto bû
’aşiq buwe her be to deka şû
nêwim ke le lase bo dehêna
wazî le min ew şewey nehêna
deygut be şew ew peşêwe ḧałî?
wek min le ewînda denałî?
kun kun buwe serdiłî be tîran?
let let buwe sînekey be şîran?
şew wabuwe ta seḧer be zarî
esrînî le dîde, ew bibarî ?
řûy nawe le benden û nizare?
day girtuwe werhem û pejare?
wek bulbulî çîmena le ser çił
giryan deka be kuł le bo guł?
bew ’îşqewe ew girane derdî
girtûye hewayî řeng zerdî?
ya xo le ewînî yar dûre
nekuławe be tinî ew tenûre
zêřî diłekey be kes nedawe
bê derd deka be řoj řawe