«dirokirdinî xezałê lew barewe»
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
624 Dîtin
ew xanmî piř ḧeya û jîre
be diroyî gut ew weha be pîre
pyawî mine maynekey dizîbûn
kêw pare û çołî pê biřîbûn
ew mayîne lêreda nemawin
bo nêw fele řeşke řadrawin
pêy wabû ke wa biłê bewane
ew laseye dê le bałekane
bo mułkî mela nebî be leşkir
her wek bikewête pûş agir
ger hat û gewrkî kird dagîr
deyka be kemendî zulf yexsîr
ke biroyî xezałe ew bibînî
lew xake debête hem nişînî
wek guł le gewrkida ke pişkût
bulbul degeł ew gułey debê cût
ger bû be xezałe şoře serxoş
ew mayn û diz deka feramoş
ew kîjeyî şox û řû be xałe
heybû ke le des ’îşq sikała
dawayî le pîre kird be kasî
basêkî le bo biłê le lasî
ta awrî ser diłî wekûjê
be baseye guł biden webûjê