«xezał paş şêwxiwardin daway le mame pîre kird biznî bidatê»

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  643 Dîtin
şew sûre kiłukî baẍî neyban
ew dû neferey hebû ke mêhman
boxoy û be nokeranî tenya
mabowe le jûrî mizłekey da
dił ’aciz û perit bû perêşan
dengî nedekird ta xura nan
ew care ke, guł beden hełsita
fermûyî be mame pîre êsta
denwî ke be şew le małe meznê
debzane le serte xałe biznê
ey mame ke bizin û wa le pêda
bîde û binû bê seda le cêda