geřanî xełk le henderan bo dîtnewey mayîn, dway tûřebûnî lasî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 3 Xulek  520 Dîtin
ger las le nokeranî bû tund
cutêr û ẍułam û dest û pêwend
beryan denawe her le çołan
sûřanewe çûne şyû dołan
pîrêkî be hełmet û cwanî
ew bûne řefîq bo geřanî
lew kutre lare û xwarî
qendîl û çyaw û cê hewarî
sertaserî kêwekanî ’êraq
sûřanewe hênde ta swa laq`
hîç kes nebû ger biłê bewane
biłgêkî le mayîn û dizane
ew care ke ser çyayî êran
bowane debu wecêge serîran
lew xakeye wek heło desûřan
ta geyne hewarî şałe begyan
lew bendene geyne yek hewarê
nabê ke biłêy hewar, şarê
şarêkî temîz û ’alemî zor
cwananî řeş esmer û pelk şoř
pol pol dehatin ew be nobe
bokanî û mołemeř le hobe
řûyan ke dekirde kanî û aw
kuř ’aşiq û kiç berok be diraw
kîjû jine wek perî be bermûr
kuř lêy deweşawe taftey sûr
begwarew kirmek û dirawan
hoşî deřfand kiç le lawan
destêkî sitêre taqmê xor
wek mamzî şyû ser xiř û goř
herkes ke ewey le hobe dîba
bew xamek û hewrî û be dîba
dey dî le ke çende wêneda şit
sersûř lewê demaw deygut
ew hobeye wek beheşte řengîn
ew kîj û kuřane lêre ḧorîn
řeşmałî le řêze heł dirabû
ew çîẍî be dewrewe dakşabû
řeş řisteyî piř girê le řeşmał
besrabû le sîng û lêy bibû xał
wek biskî kiçanî kurd wabû
serbiskî be awrîşim çinabû
sertepłeyî řeş kezî le řeşmał
nîştibû le çiłane her wekû dał
řêzî kewe dû bû tawłî pan
nêw bendî hemû bibû be meydan
lew cêgeye polî çawmestan
bo bezim û qumar řadewestan
dinyayekî bê ẍemî lewê bû
ew xełke hemûyî dił be cê bû
kes dujminî kes nebû le dêda
şadî bû be řoj û şew le dêda
bo yektirî ’alemêkî ẍemxor
lew hobe nebû ne zułim nê zor
ca boye be xoşî û birayî
êware debowe bezim û şayî
hełpeřkî û bezim û pêkenîne
’esrane dekewte ew zemîne
êwareyî hobe diłgoşa bû
her kare le hobeda demê bû
bo kuř kewe kîj hemdemî bû
êware demî le ser demî
kiç bew kese bo memey memî bû
deygut meke her lerey memî bû
êwareye wa jin û kuř û kîj
debzûnewe wek hełoyî peř tîj
bał û peř û po deken biławe
çun bezmî hewar û hobe bawe
êwareye des betałe xełke
ew kate le hobeda be kełke
jin dê be hewayî lence deřwa
bew bejneyî şilke mêw serwa
sîngî ke weder dexa be lûsî
dił tamezroye řay bimûsî
ba perçemî ger deka biławe
bew dawe dexate daw lawe
deřwa ke kiçê le bone dîwan
tawwise le bende û le şîwan
kîjê ke cil û berg degořî
bew zerde peřey debo we ḧorî