keresesazkirdinî xuday mezin bo yekkewtinî las û xezał

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  470 Dîtin
karêkî deka xuda ke meylî
lê bêtû bida be las leylî
dênê keresey le bo deka saz
ta yek kewn ew be deng û awaz
yezdane ke karsazî karan
diłxoşîye ew deda be yaran
nabê ke heta hetaye wabin
herdû be pejare aşna bin
ew gewre ke des bida le karê
deyka, nye bo wî dest barê
awatî dił ew wedîy dehênî
debřêtewe xem le dił şwênî