basî le şêx mensûrî gerîde ke hoy esłîy ’aşiqibûnî las û xezał bû

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  473 Dîtin
pîrêkî le beyt û baw û hoşyar
ew baweyî bo dekirdim ewcar
fermûy ke le nêw gewirk pîrê
bû xawenî bîrî řûn û jîrê
mał û binegey le gundî sîsêrCih
dabû, degeřa le kêw wek şêr
germêne weya kwêstane
deykirdinewe ew hemû demane
bo řê û geřan tund û zîtî
gundê nebû ger ewî neçêtî
kêwê nebû ger neçêt û menził
negrît û lewê neka xew û kuł
pîrêkî be dîn û ḧeq peristê
dûrî nebû ger ew le dîn bistê
her cêye ke gewreyekî lê bû
ew şêxe bizane ger lewê bû
bêbakî le henderan û meşhûr
bû nêwî be naznawî mensûr
ew wênegerêkî bê řeza bû
bew deskir û kare şa řeza bû